Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Senaya Kanada”yê biryarek li dijî spaha terorîstî ya Psdaran derkir

14:30 - 10 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: “Senaya Kanada”yê pirojeyasayek amade kiriye, ku hemû rêkxrawên ser bi Spaha Pasdarên Rejîma Îslamî a Îranê dixe nav lîsta terorê de.

Senator “Lînda From” Endamê Senaya Kanadayê, pirojeyasayek radestî Senaya wî welatî kiriye, di vê pirojeyasayê de rejîma Îranê bi rejîmekî metirsîdar bi nav kir, û daxwaz kiriye ku hemû rêkxrawên Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê bixe nav lîsta terorê de.

Di vê pirojeyasayê de rejîma Îranê bi sedema binpêkirina mafê mirov û piştevanî ji terorîzmê dibe di kêmtirîn wext de bixe lîsta terorê de.

Meclisa dewleta Kanadayê, roja Sêşemiyê rêkefta 22-ê Cozerdana 1397`an, di pirojeyasayekê de pejirand, ku hemû danûstandinên xwe, ji bo dûbare destpêkirina çalakiyên dîplomatîk digel rejîma Îranê rabigire.

Li gor wê pejirandiya meclisa Kanadayê, Spaha Pasdarên rejîama Îslamî a Îranê, çûye nav lîsta terorê de.

Ew pirojeyasaya ji aliyê “Garnt Ginwis” Nûnerê Konservatîva Meclisa Kanada hat pêşniyarkirin û bi piraniya deng û ji aliyê “Jastn Trodo” serokwezîrên Kanadayê ve hate pejirandin.

Pêwendiyên di navbera Kanada û rejîma Îranê sala 92`an, bi sedema çalakiyên navikî yên rejîma Îranê qut bû.

Di heyamê çend salên derbazbûyî de Amerîka di hewl de bûye, ku Spaha terorîstî a Pasdaran bixe nav lîsta terorê de, û hewlên xwe jî di wê derheqê de çirtir kiriye.

Kongira Amerîkayê sala derbazbûyî di pirojeyasayekê de serokomarê wî welatî erkdar kir, ku Spaha Terorîstî a Pasdaran bixe nav lîsta terorê de.

Pêka wê pirojeyasayê û pêka fermana birêveberiya 13224, pejirandiya sala 2001`an, serokomarê wî welatî erkdar dibe, ku navê Spaha Pasdaran di nav lîsta terorîstan de tomar bike.