
Roja Çarşemî 26ê Sermawezê, di zanîngeha bajarê Soranê de sentera Hewramanasî hate vekirin, ew navenda akadmîk bi merema xizmetkirin bi ziman û çanda devera Hewrananê ye û eva yekemîn deskevtê çandî û akadimî a deshilata Başûrê Kurdistanê ye.
Serokê zanîngeha bajarê Soranê di vê derheqê de ragehandiye, binyada hizra me di biyava karê akademîk de ye û li ser bingeha aydiya û pisporî û hewcehiya wê hatiye darêtin.
Serokê zanîngeha bajarê Soranê ragihandiye, damezrandina sentera Hewramanasiyê, vebîranîna wê têgihîştinê ye ku em bo bidestveanîna rênsana di jiyanê de hewcehiya me bi du gotarên girîng hene. Yekem têgihîştin ji hebûna me û duyem bidestanîna gotûbêj, çi digel derbasbûya me û çi di navbera regezên pêkhêner ên civatgeha me de.
Hewraman di dîroka Kurdistanê de, ciheke diyarî heye, lê mixabin di gelek waran de nexuya maye û neketiye nav gotûbêjan çi digel xwe û çi digel derdorên xwe.
Armanca serek ya wê navenda Hewramanasî wek navendek akademîk a ser bi zanîngeha Soranê kar dike bo:
Yekem: Komkirin û parastina samana kultûrî ya rehendên cuda yên jiyana Hewramanê.
Duyem: Bi piştgirêdan bi zanist û teknolojiya nû, ji ziman, wêje, dîrok, civatgeh, huner, hikmeta jiyan û jîngeha Hewramanê û hemû rehendên cuda yên jiyara Hewramanê vedikole.
Sêyem: Nasandin û hevparkirina zanistên bi dest hatî li vekolînên zanistî bo pêşkeşkirina elternativên kêrhatî bo arîşeyên serdem bi armanca binyatnana paşerojeke bihêz.
Çarem: Ji dîdgeha bawerbûn bi wê ku dibe di nav ziman de li pey jiyar bigerê, navenda Hewramanasî girngî dide bi nivîsîn, wergêran û xwendin bi Hewramî.
Desteya dameznêner pêk tê ji: “Dr.Hejar Rehîmî, Dr.Fazil Heme Seîd, mamosta Hoşeng Dara û Îman Ebdulla Omer.”