Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seqiz/ Şikandin û şewtandina qefes û azadkirina Kew li Kurdistanê dirêje heye

14:12 - 16 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Nêçîrvanên Seqizê di dirêjahiya şepolên aştîkirin tevî xwezaya Kurdistanê, 70 Kew azad kirin û qefesên xwe şewitandin.
Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, hejmarek nêçîrvanên Kurd li bajarê Seqizê û gundên derdor roja Duşemî 14’ê Nîsan a 2014’an,bi şikandin û şewtandina qefesan û serbest kirina Kewên xwe bo kêleka xwezayê, ligel siruştê aşt bûne.

Nêçîrvanên gundên “Qarewa, Qarewaya Silêman, Qişlaq, Arebe Leng, Xumta û Mel Qernî” di rêûresmekê de li devera “Ebdulrezaq”a bexşa Zêweya bajarê Seqizê ew Kewene serbest kirin.