Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer di navbera Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û terorîstên Sipaha Pasdaran de çê bû

23:04 - 30 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Li navçeyên çiyayî ên Pîrabşarê, Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo parastina kolberan bi Sipaha terorîstî a Pasdaran re pev çûn. 

Demjimêr 3 û nîvê piştî nîvro a roja yekşemiyê 9'ê Pûşpera 1398'an a Rojî, terorîstên Sipaha Pasdarên rêjîma Îslamî a Îranê û caş û sîxurên wan li sînorên navbera Pîranşar û Çonanê teqe li kolberan kirin. 

Wê demê, hejmarek ji Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ku li navçeyê liv û tevgerên xwe pêk dianîn, ji bo parastina wan kolberên hejar bi pasdaran re pev çûn. 

Agahî amaje dikin ku Sipaha terorîstî a Pasdaran piştî têkçûnê, ji bo tolhildanê, heya demjimêr 5 û nîvê êvarî, navçeyên çiyayî ên Kurdistana Başûr li sînorên navbera Çoman û Berdesoran, ku cihê jiyana xelkê sivîl e, topbaran kirine. 

Li gor zanyariyan, ti ziyanên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di vî şerî de tine bûne û piştî ku wan, hêzên rejîmê ji wir dûr xistin, karên xwe li wir domandin. Heya niha ti zanyariyek di derbarê xesarên terorîstên Sipaha Pasdarên rêjîma Îslamî a Îranê de dest neketine.