Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer li devera Qerebaxê dubare dest pêkirye

18:24 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2021

Şer li navbera hêzên Komara Azerbaycan û Ermenistanê careke din li devera “Qerebax”ê dest pêkiriye.

Roja Sêşemî 27ê Temûzê, binkeya leşkerî ya 102 a Arteşa Rûsiyê li Ermenistanê û hêza Parastina Aşitî ya Devera Berdzor (Laçîn)ê ragihandine: “Roja Dûşemî, 26ê Temûzê hêzên çekdarê ên Komara Azerbaycanê çeperên hêzên Ermenistanê kirine armanca gulleyan”.

Şer û pevçûn li navbera hêzên Komara Azerbaycan û Ermenistanê berdewam e û hêzên Rusiyê heta niha ti tedaxulek di wî şerî de nekirine.

Pêka nûçeyên belavbûyî, leşkerekî Ermenistanê di wî şerî de birîndar bûye û herwisa hatiye gotin ku di devera “Martonî” de jî hêzên Azerbaycanê êrîşî ser çeperên Ermenistanê kirine.

Şer û pevcûn bi awayê perakende di navbera her du aliyan de li roja Dûşemiyê hebûye.

Rejîma Îranê ji wî şerî gelek ditirse û hewlê dide ku ji sînorê Îranê bi dûr bêxîne û tirsa rejîma Îranê ev e ku ew şer bibe sedema şer di Îranê de.