Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer li Xezê de berfirehtir dibe

13:22 - 14 Gulan 2021

Artreşa Îsraîlê li demjimêrên destpêkî yên roja Înê ragihandiye ku hêzên esmanî û bejayî dest bi êrîşa li ser Xezê kirine lê heta niha  hêzên bejayî yên Îsraîlê, neçûne nav Xezê.

Roja Înê 14ê Gulanê, Arteşa Îsraîl ragihand ku êrîşa esmanî û bejayî li ser Xezê dest pêkiriye lê pêka gotina xelkê Xezê hêj hêzên bejayî ên Îsraîl neçûne nav Xezê û herwisa ragihandine ku “tirs û sameke gelik zêde” ketviye nav xelkê.

Li roja Pêncşemiyê 13ê Gulanê  li navbera hevwelatiyên Cihû û Ereb li bajarên Îsraîlê de şer û levdan berdewam in û bi qasekî ew şer û levdan zêde bûye ku Serkomarê Îsraîl “Reuven Rivlin” nigeraniya xwe li derheq destpêkirina şerê hundirî li Îsraîlê, Huşdarî daye.

Heta êwara roja Pêncşemî 13ê Gulanê, 83 kes li Xezê hatine kuştin û 7 kesên Îsraîlî jî ku yek ji wan leşker bûye hatiye kuştin û Îsraîlê li 600 êrîşan de, hezar armanc bombebaran kirine û Hemas û Cîhada Îslamî jî zêdetir ji hezar û 600 rakan bo aliyê Îsraîlê teqandine ku 400 ji wan rakêtan li Xezê kevtine.

Hemas xelkê Xezê wekî mertalekê bi kar tine ku bûye sedema kuştina çendîn zarokan.