Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûn di navbera xelkê 2 Gundên herêma Mirgever de çêbû

12:45 - 4 Gulan 2020

Gorî nûçeya geheştî Tîshk Tv, roja yêkşemî 3 ê gulan 2020 an, li ser çêra Zozanan şer û alozî di navbera herduk Gundên Girdiwan û Qayêrê li herêma Mirgever çêdibe, pêka zaniyariyan ji herduk aliyan , çendîn kes birîndar bûne û birînê hinek ji wan xedane.

Netebayî û pevçûn li ser Zozanan ewa çendîn sale ku di navbera wan gundane de heye, heta niha çendîn caran şikayeta hevdu kirine, lê rejîmê bi meqseda mezintir bûna wê kêşê, jêpirsîn ji şikayeta wan nekiriye.

Roja derbasbûyî de di dema ku şer û pevçûn di navbera wan du gundan de çêdibe, her demûdest hêzên rejîmê yên Sipaha terorîstî a pasdanan û hêza Intizamî têne agehdarkirin daku belkî bên û nehêlin ev kêşe mezintir be, lê herwekî dihate çavnihêrîkirin , rejîm balde neçuye , heta ku şerê wan du gundan mezin be û qira hevdu bînin.

Rejîmê hertim cehd kiriye ku şer û netebayî di navbera xelkê de mezin be heta ku ev jî bikare bi hebûna kêşa di navbera xelkê de pîlanên çepele xwe cîbicî bike.

Lewma xelkê welatparêze herdûk gundên Girdiwan û Qayêrê dibe gelek zû wê netebayî û gêra xwe  çareser bikin û gelhev pêk bên heta ku rejîma dijminê wan nekare ji ava şêlu masiyan bigre.

Em daxwazê ji rêdîn sipîyan û mamostayên olî dikin ku tedaxulê bikin bona çareseriya wê kêşê.