Hêzên întizamî rejîma Îranê li roja 3ê ya serkuta xwenîşandana nerizayetiya xelkê “Yasûc”ê li derheq çewtekarî li hilbijartinan de berdewam e û xelkê yasûcê li dijî hêzên rejîmê rawstiyane.
Pêka vîdiyo û wêneyên belavbûyî li torên civakî, li 3mîn roja xwenîşandana nerizayetî ya xelkê bajarê “Yasûc”ê di Parêzgeha “Kohgîlûye û Boyêr Ehmd”ê de serkuta xelkê ji aliyê rejîma Îranê ve berdewam e û hêzên întizamî yên rejîma Îranê bi gazêa bîber û manoran û teqeyan di nav bajarê Yasûcê de nekarîne li hember xelkê rawestin û xwenîşandan berfirehtir û dijwarti bûye.
Bi sedema sextekarî li hilbijartinan de şer û levdan li navbera 2 eşîretên bajarê “Yasûc”ê de qewimî bû ku hêzên serkutkere rejîmê bi êrîşkirin li ser wan hewla aram kirina rewşa bajar dabûn ku aliyê şer ber bi hêzên întizamî ve veguherîye û xelk li dijî rejîma Îranê xwenîşandanê dikin û bi keviran li hember rejîma Îranê radiwestin û bersîva serkutkariyên rejîmê didin.
Rejîma Îranê di dema birêveçûna xwenîşandanên nerizayetî de tim hewla jirêderxistina wan xwenîşandan daye û bi hovanetirîn awayî serkut kiriye.