Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûn di Dêzfûlê de/ Meimûrek hêzên Întizamî hate kuştin

11:31 - 1 Tebax 2021

Pêka nûçeyên belavbûyî, di tewera “Şûş-Dizfûl”ê de şer û pevçûnek di navbera hêzên Întizamî û çekdarên nenaskirî de qewimî û wan çekdaran maşîna hêzên Întizamî kirin bi armanc.

Fermandê Întizamî yê bajarê Dêzfûlê, “Rûhullah Gerawendî”, daye zanîn, “çekdaran maşîna hêzên Întizamî a binkeya “Sefîabad” a bajarê Dêzfûlê kirine bi armanc û di encamê de, meimûrek Întizamî yê bi navê “Secad Dalimen” hatiye kuştin”.

Navbirî basa vê yekê nekiriye ku ew hêzên çekdar kê bûne, lê wî gotiye, “em lêkolîn û çavdêriyê li ser wê pevçûnê dikin”.

Bajarê Dêzfûlê ser bi parêzgeha Xûzistanê ye û duyemîn bajarê pir heşîmeta wê parêzgehê ye.