Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûn di girtîgeha bajarê Urmiyê de qewimî

11:54 - 26 Çirriya paşîn 2020

Şer û pevçûn li navbera gardên girtîgehê û girtiyên girtîgeha bajraê Urmiyê de hate gorê.

Roja Çarşemî 25ê Çirriya Paşîn, li girtîgeha bajarê Urmiyê, hepsiyek yê bi navê “Hoccet Kazimnijad” bi armanca nerizayetiyê agir berda xwe û gardên girtîgehê piştî temirandina agir, ew bi tundî kutan ku ji aliyê hepsiyên din ve bertek hate nîşandan û wan hepsiyan dest bi xwenîşandana nerizayetiyê kirin û şer û pevçûn di navbera wan û gardên girtîgehê de çêbû.

Pêka ragihandinên mafê mirov, li pey xenîşandana nerizayetiyê, agirekî berfireh di xevtingea 1 û 2 a ku cihê ragirtina 700 hepsiyên bi tawanên madên hişber û qetlê ye qewimî bû û gardên girtîgehê bi gaza bîberê êrîşî kirine ser wan.

Pêka zaniyariyan telefonên li nav girtîgehê hatibûne qutkirin û hêzên garda taybet li ser banê wê girtîgehê hatibûne cihgîrkirin.

“Hoccet Kazimnijad” bi caran li ser rohnebûna qedera wî, nerîzayetî nîşan daye û tevî ku heyamê hepsa wî bi dawî hatiye, lê berpirsên girtîgehê bi hêceta amadekirina dosyeya nû li girtîgehê, ji berdana wî xwe diparêzin.

Pêka hejmarek ji zaniyariyan pêyekî “Hoccet Kazimnijad” şewitiye.