Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûn di navber Hêzên ewlehiya Îraqê û terorîstên girêdayê rejîma Îranê de qewimî

12:30 - 6 Çirriya paşîn 2021

Di navbera hêzên ewlehiya Îraqê û terorîstên ser bi rejîma Îranê di devera kesik a bajarê “Bexdayê” şer û pevçûn qewimî û di vê aloziyê de çend kes hatine kuştin û birîndar kirin.

Roja Înê 14ê Xezelwerê di devera kesik a bajarê “Bexdayê” terorîstên ser bi rejîma Îranê bi sedema şikestxwarina girûpên ser bi Îranê bi taybet girûpên “Şîe" di hilbijartinên Îraqê de, tundûtîjî û alozî afirandine ku di wê derheqê de terorîstên Îranê digel hêzên ewlehiya Îraqê rastî şer û pevçûnê hatin,û kesên nerazî bi bombên agirî û keviran êrîş kirine ser hêzên ewlehiya Îraqê û rêya devera kesik a Bexdayê jî daxistin.

Pêka çavkaniyên Ewlehî û Nexweşxaneyên Îraqê di wî şerî de 2 kes hatine kuştin û 125 kes jî birîndar bûne.

Hilbijartinên Îraqê di 18ê rezberê de bi rê ve çûbûn û di wê hilbijartinê de girûpên “Şîe” yên ser bi rejîma Îranê rastî şikestanhatine û alîgirên wan girûpan îda dikin ku di helbijartinê de sextekarî hatine kirin û bi wê hêcetê carek din di wî welatî de fitine û alozî çêkirin e.