Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûn di navbera alîgirên ola Yarî û du malayên hikûmetê hate gorê

19:15 - 21 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî ya Îranê li gundê “Palan Nergis”a ser bi devera Goranê li parêzgeha Kirmanşanê, di hewla guherîna bawerî û eqîda hemwelatiyên alîgirên ola Yarî de ye.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di dirêjahiya hewlên rejîma Îranê ji ber guherîna eqîda hemwelatiyên Kurd yê alîgirên ola Yarî li parêzgeha Kirmanşanê, du melayên hikûmetî bi armanca çêkirina mizgevt serdana gundê “Palan Nergis”a li devera Goranê kiribûn.

Hevwelatiyekî Kurd yê alîgirên ola Yarî bi peyamnêrê Kurdistanmedia ragihand: Ew du melaye daxwaz ji me kirine ku mizgevt li gundê Palan Nergis çêkin, di demekê de ku hemû rûniştiyên vî gundî bawerî bi ola Yarî hene û tu hevceyekî me bi mizgevtê tuneye û ew weke Yarsan “Camxane” me heye û karubar û erkên ayînî yên xwe di vir de cî bi cî dikin.

Hemwelatiyê han ewa jî anî ser ziman: Pêdegiriya melayan li ser çêkirina mizgev di vî gundî de narizayetiya hevwelatiyên Yarî hat gorê û serbarî çêbûna şer û pevçûn, ew her du melayene li gund de derxistin.

Di heyam hatina serkarê melayan heya niha ji rêyên cu ba cur hewla gurîna bawerî û eqîda aliyên ola Yarî li parêzgeha Kirmanşanê dide û ewa jî narizayetiya wan hemwelatiyane têne gorê.