
Hêzên tepeserker ên rejîmê û “Cîhada Sazendigî”, bona rêgirîkirin ji çandina birinc ji aliyê xelkê wî gundî, digel xelkê gundê “Amile”yê ser bi bajarê “Sehnê” şer û pevçûn qewimiye û xelkê gund berxwedan kirine û maşîna hêza întizamî jî şikandine.
Xelkê deverê li ber deriyê Fermandariya bajarê “Sehne”yê kombûna nerizayetiyê lidar xistine û traktorên xwe li hember deriyê Fermandariyê ragirtine û biryar dane ku heta bersiva hewce bi daxaziyên wan neyêne dan, dê wê kombûna nerizayetiyê bidomînin.
Gundê Amilê li beşa navendî ya bajarê Sehne, li 15 kîlometriya rojavayê bajarê “Sehnê” li parêzgeha Kirmaşanê de ye.
Rejîma Îranê tevî ku alîkariya xelkê nake û hewcehiyên xelkê jîdabîn nake, heta îznê bi xelkê re nade ku bikarin pêjîna jiyana xwe dabîn bikin û hemû darayiya xelkê Îranê xercê karên terorstî di derveyî welat de dike û bi cihê pêregihîştin bi rewşa hejaran ku piraniay xelkê Îranê li xwe digre, bûdce û darayiya Îranê li welatên wekî Sûriye, Lubnan, Yemen û çend welatên dinê de bona berjevendiya siyasî û geşedan bi terorîzm û afirandina fitneyan, xerc dike.