
Roja yêkşemî, hêzên tepeserkar yên rejîmê bi mebesta destbiserdegirtinê, kevtine bi dû maşînekê re û heta nava bajarê Mîrcave li Sîstan û Belûçistanê, lê xelkê Mîrcave pêşiya hêzên rejîmê girtin da ku nekarin dest bi ser wê maşînê de bigrin.
Hêzên rejîmê dest kirine bi teqe kirin ji xelkê, û eva jî bû sedemê kerb û kîna zêdetir a xelkê Mîrcave û şer û pevçûn di navbera xelkê û çekdarên rejîmê de çêbû.
Hêzên rejîmê di hember helwêst û kerbê xelkê de bi awayê serşorane ev der bicih hêlan.