
Di heyama çend rojên derbasbûyî de rûniştiyên taxa “Şerîfava” a ser bi bajarê “Tikab”ê bi sedema reftarên kirêt yên hêzên “Besîcî” yên girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst, rastî şer û pevçûnê hatin.
Di vê taxê de çend binkeyên “Besîcan” hene û hêzên Besîcî dixwastin bi rêya mizgevta “Şafi`î” a vê taxê re sîxuriyê bo binkeyên xwe yên din bikin û “Sîxe”kirinê bi keçenê vê taxê re bidin nasandin.
Piştî agehdarbûna rûniştiyên taxa “Şerîfava” ji wê hewla Besîciyan, bi nîşana nerizayetiyê rijiyane ser şeqaman û digel êrîşên kirêt yên hêzên besîcî rû bi rû bûn.