Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûn di Sûriyê de berdewam e

11:54 - 2 Adar 2020

Arteşa Tirkiyê 2 balafirên rejîma Sûriyê xistine xwarê û binkeya Fermandehiya hêzên Rûsiyê bû armanca mûşekên arteşa Tirkiyê û hêzên girêdayê rejîma Îranî jî, ji wan mûşekbaranan xisarên giran dîtine.

Arteşa Tirkiyê 2 balafirên şer yên ji cora Soxo 24 yên Sûriyê li Idlibê xistine xwarê û bi dijwarî deverên di bin kontrola Encûmena Leşkerî ya Minbicê û hêzên rejîma Sûriyê di deverên rojavayê Minbicê de mûşekbaran kirin. Artêşa Tirkiyê deverên El-Erîme, El-Xalidiye, El-Kawkilî, El-Yalnî û Cibel Hemra bi tundî mûşekbaran kiriye.

Herwisa di devera El-Erîmê de, bikeya Fermandehiya Hêzên Rûsiyê û binkeya hêzên Asayişa Navxwe yên Sûriyê hatine mûşekbaran kirin, heya niha ti amarek ji xisarên hêzên Rûsiyê nehatiye belavkirin.

Roja Şemî 10`ê Reşeme, hêzên girêdayê rejîma Îranê, hêza Fatimiyûn û hêza Zêynebiyûn a ser bi Spaha Qudis a terorîst, rastî erîşa arteşa Tirkiyê hatibûn û pêka amarên hatine belavkirin 21 çekdar hatibûne kuştin. Li ser wê mijarê rejîma Îranê gef ji Tirkiye xwariye ku, hekî em bixawzin, em dikarin hêzên we bikine armanc.

Hêzên Fatimiyûn û Zêynebiyûn yên Spaha Quds a Spaha Pasdaran a terorîst ji kesên Efxanî û Pakistanî yên rûniştiyên Îranê pêk hatiye û bi gotina rejîma Îranê, karê wan parastina cihên Olî yên Şî`eyan ne, lê ew hêz di kirayar de, piştevanî û hevkariya hêzên Sûriyê di serkutkirinan de dikin.

Roja Yekşemî, 11`ê Reşeme, Berpirsê Navenda Aşitî a Rûsiyê di Sûriyê de, “Olêg Corawliyof” (Oleg Juravlyov), di daxuyaniyekê de bas kiriye ku, êdî em nikarin di wê rewşê de, ewlehiya firîna balafirûn Tirkiyê di Sûriyê de biparêzin. Ew biryarya Rûsiyê, piştî ragihandina daxistina herêma esmanî ya bakûrê Sûriyê ji aliyê Sûriyê ve hate dan.