Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûn li “Hesekê” 175 çekdarên “DAIŞ”ê hatine kuştin û 27 şervan şehîd bûne

11:36 - 24 Kanûna Paşîn 2022

Piştî derasbûna 3ê rojan ji şer û pevçûn li Rojavayê Kurdistanê hejmarek zêde ji çekdarên “DAIŞ”ê hatine kuştin û çend şervan jî hatine şehîdkirin.

Fermandarê Giştî yê hêzên Sûriya Demokratîk ragihandiye di heyma 3 rojan de ku çekdarên “DAIŞ”ê êrîş kirine ser girtîgeha bajarê “Hesek”ê li Rojavayê Kurdistanê, 175 çekdarên “DAIŞ”ê hatine kuştin û 27 şervan şehîd bûne.

Pêka îtirafa çekdarên “DAIŞ”ê ku hatine girtin aliyê kêm 200 çekdarên “DAIŞ”ê yên xwekuj ji rêya “Serêkanî, Têlubeyîd û Îraq”ê ve hatine nava bajarê “Hesek”ê û zêdetir ji 6 mehan amadekarî kiribûn bo bombrêjkirina tiromibîlan ku bi wan êrîş bikine ser girtîgeha Sen`ayê li bajarê “Hesekê”.

Her di vê derheqê de “HSD”ê daxuyaniyek belav kiriye û di daxuyaniyê de daye zanîn, “Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û HSD”ê bi 10 hezar şervanan ve dest bi operasiyonek berfirek li dijî çekdarên “DAIŞ”ê kirine, û“HSD”ê ragihandiye ku niha rewş ketiye di bin kontrola me de.

Herwisa “Rêveberiya Xweser” a li Rojavayê Kurdistanê, ji ber berdewamiya şer û pevçûnên di navbera hêzên “HSD”ê û çekdarên “DAIŞ”ê, 7 roj qedexeya hatin û çûnê li nav bajarê Hesekê û derdora wî bajarî ragihandiye.