Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûn li Merîwanê di navbera Partiyeke Kurdî û Spaha Pasdaran de qewimî

13:23 - 22 Nîsan 2021

Li bajarê Merîwanê, di navbera Partiyeke Kurdî ya li dijî rejîma Îranê û hêzên Spaha Pasdaran de şer û pevçûnek qewimî.

Li encama şer û pevşûna di navbera Partiyeke Kurdî ya li dijî rejîma Îranê û hêzên Spaha Pasdaran de, 2 caş hatine kuştin.

Nasnameya wan 2 caşên ku li wî şerî de hatine kuştin “Osman Cîhanî û Nasir Emînî” hatine ragihandin.

Biryargeha “Hemze” di daxuyaniyekê de, kuştina wan 2 caşên ser bi Spaha Pasdaran a terorîst pişrast kiriye.

Heta niha ti yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê rejîma Îranê, ew şer û pevçûne li stuyê xwe negrtiye.