
Li bajarê Ehwazê, xelkê medenî şerê çekdarî digel hêzên serkutker ên rejîma Îranê kirin, ew erîş piştî teqeya hêzên rejîmê bi ciwanekî bê tawan ê Ereb hatiye kirin.
Hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, li yek ji şeqamên “Hemîdiyê”, teqe li ciwanekî Ereb kiribûn ku di encama wê teqê de ew ciwan birîndar bibû; Xelkê Ehwazê demjimêr 11ê şevê li Roja Duşemiyê 3ê Kanûna Pêşîn li ser wê kiryara rejîma Îranê bertek nîşan dan û ciwanên wî bajarî êrîşeke çekdarane kirine ser binkeya Spahê û ew dane ber regbaran.
Hêzên rejîmê ev teqe di mewdaya sifir de bi wî ciwanî kiribûn; Herwisa pêka vîdiyoyên belavbûyî şer û pevçûneke giran di navbera wan hêzan de qewimiye.
Xelkê Xuzistanê bi caran ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve rastî êrîşên giran ên çekdarane hatiye, bêdadî, zulim, cudatîdanîn û çendîn pirsgirêkên din di navbera xelkê Ereb û rejîma Îranê de hene ku dema aloziyan, rejîma Îranê bi dijwarî wan serkut dike.
Xelkê Xûzistanê ji rejîma Îranê bêzar bûne û di her derfetekê de di hember rejîma serkutker a rejîma Îranê de radivestin, bi wî awayî bêzarî, kerb û kîna xwe ji rejîmê didin xuya.