Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûneke di navbera Spaha terorîst û hêzeke nenaskirî li Selmasê qewimî

11:56 - 12 Gulan 2021

Li Selmasê şereke çekdarî di navbera hêzên Spaha Pasdaran a terorîst û hêzeke nenaskirî de qewimî, ku di encamê de çendîn kes ji endamên Spaha terorîst hatine kuştin û birîndarkirin.

Piştî nîvroya roja Sêşemî 11ê Gulana 2021an, li herêma nêzê sersînor a Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li nêzî gundên “Keşkawêj û Kozereş” ên girêdayê bajarê “Selmas”ê, şer û pevçûnek di navbera hêzên rejîmê û çend çekdarên nenaskirî de qewimî.

Spaha Pasdaran a terorîst bi wê hêcetê, heya derengiya şewa derbasbûyî bi tundî ev gund û herêm dane ber agirê tund ê topxaneya xwe û gelek xisar gihande jîngeha deverê û jiyana xelkê gundên derdor rastî tirs û nîgeraniyê kiriye.

Spaha Pasdaran a terorîst kuştina 2 endamên xwe ên bi navên “Mehdî Xelîlî û Tohîd Muradî” piştrast kir.

Herwisa Biryargeha Hemze ya Spaha Pasdaran di daxuyaniyekê de ragîhandiye ku çend kes ji wan çekdaran hatine kuştin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti hêzeke dijberê rejîma Îranê, ev şere nekêşaye stuyê xwe.