Roja Sêşemiyê 21 ê Tîrmeha 2020 an, demjimêr 1 ê niwe şewê, li çiya yê Siyakêw li bajarê Şino yê ser bi parêzgeha urmiyê, şer û pevçun di navbera Sipaha terorîste Pastaran û hêzekî nenaskirî da qewimî.
Di demekê de ku hêzên Sipaha Pastaran di wê deverê de mijûlî geryan û azar dana xelkê û bose danan bo kasibkar û kolberan bûn, di gel hêzekî çekdare nenaskirî hember dibin û şer di navbera wan de diqewime.
Piştî hingê Sipaha terorîst bi çekên giran cihê şer û ew dever kutaye.
Gorî zaniyariyan ku ji aliyê xelkê wê herêmê ve geheşine me, ew şer bo heyamê demjimêrekê dirêjî kêşaye û sipaha terorîst bona kutana wê deverê, heçî çekek bikar aniye, weke Xumpare, Katyuşa.
Gorî zaniyariyan xelkê wê herêmê basê hebûna kuştî û birîndaran di wî şerî de dikin.