Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serbarê hebûna rewşa ewlehî, endamên PDKÎ çalakiyên xwe domandin

14:06 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanemedia: Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di bajarên Kamyaran, Pawe, Sine, Pîranşehrê de çalakiyên berfirah bi rêve birin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, evîndarim rêvîngên rêbaza Dr. Ebdulrehman Qasimlo di bajarê Kurdistanê de bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî çalakiyên teblîxî bi rêve birin ku pêk hatine ji wan bajarane:

Pawe

Roja Pênçşemî bervara 10’ê Tîrmeha 2014’an, endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di bajarê Pawê de bi boneya 25’emîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî çalakiyên teblîxî bi bilavkirina tirakt û pûsterên taybet yên komîsyona Teşkîlat a PDKÎ li wan cihane ew roje bilind nirxandin.

Parka Komekal, bilwara çûn bo nav bajar, piyaderewiya hola spor a Hîcab, kolana kewin a bazerganî, kolanên şehreka Ferhengiyan, parka şehreka Ferhengiyan, rêveberiya av û averoyê, derdora seqaya perwerde û hînkirinê a kewin, piyaderewiya bêhzistî û riya naskirî bi Tekiye, navên wan cihane bo ku li bajrê Pawê çalakî têde hatine kirin.

Sine
Tekoşer û dostên PDKÎ li bajarê Sine bi hinceta 13’ê Tîrmehê çalakiyên teblîxî di wan cihane de bi rêve birin.
Ser riya Girêze, polîs riya Sine bo Kirmanşanê, (Kêlig bo Çinû), Qereyan, Beharan, fazên 2 – 19, 3 – 19 û 4 – 19, Şimşalan, Cin, Hesenava, gimtika Kerbasî, Kanî Duşem, Şeqama Nimekî, taxa xerzeman, Bilwara Kurdistan û Berdeşt.

Endamên PDKÎ di nav wan çalakiyane de pûster û tiraktên taybet bilavkirin kudengdanekî berçav di nav hemwelatiyan de hebû.

Pîranşehr

Bervara 9’ê Tîrmeha 2014’an, demokratperwerên rêbaza Qazî, Qasimlo û Şerefkendî li devera Lacana Serdeştê çalakî bi rêve birin.

Sê riya Sincelê û Girdasî, riya Daye Şêxî, Qurûçavê, gundên Zînwînciyan, Xirape, Xirê Berdaşan, Zengiyawê, Şino zeng, Kunderê, Girtik Sipiyan, devera Berbineya Pîranşehrê û Sofiyanê, navên we cihên ku li bajarê Pîranşehrê çalakî hatine encam dan.

Kamyaran

Li bajarê Kamyaranê tekoşerên PDKÎ bo çendemîn car çalakiyên teblîxî bi hinceta 13’ê Tîrmehê, 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî, tirakt û pûsterên taybet yên PDKÎ bilavkiirn.

Gimtika Pîr Mihemed, şeqamî Beheştî, Kemerbendî, Cadeya Elik, kolana 12 mêtrî û 6 behmen, navên ew cihên ku li bajarê Kamyaranê çalakî bi rêve birin.

Di wê pêwendiyê de li gor rapora Kurdistanmedia, piştî bi rêve çûna şîpela berfireh ji çalakiyên teblîxî yên endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hinceta 22’ê Pûşperê, rewşa bajarê Urmiyê hatiye ewlehîkirin û hêzên rejîm bi giştî bi şev û roj li halê amadeyê de ne û di nav kolan û taxên vî bajarî digerin.

Her di vê pêwendiyê de bi hinceta hatine 13’ê Tîrmehê, li Kurdistanê û bi xasmanî li bajarê Urmiyê bileziya înternetê kêm kirine û bi temamî hatiye xwarê û rejîma Îslamî a Îranê bi şîpela parazîtê hewla ewê dibe ku pêşiya TV’yên Kurdî yên dijberî xwe bigre.