Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serbaz Padigan û rêza hêzên rejîmê terik dikin

12:28 - 2 Nîsan 2020

Pêka wan zaniyan ku geheştine me, pareke zaf ji Serbazên di nava Hêzên çekdare rejîmê, wk Artêş, Sipah, Hêza Intizamî, bi hêcetên curbicur cihê serbaziya xwe terik dikin û diçne malên xwe.

Serbaz hem dizanin ku êdî çi kes di Îranê de gel wê rejîmê nemaye, lewma wedigerne nawa malbat û kes û karên xwe û amade ninin ku çiyê din serbaziyê bo rejîma dijî gelî re bikin, hem jî bi hegera belaw bûna Vîrûsa Korona yê di Îranê de ku hemî kes dizane rejîm sebebkarê belawbûna wê nesaxiyê bû, lewma Serbaz baş dizanin rejîm di xema wanda nîne û padigan û binkeyên Serbazî ji her cihekî din zêdetir cihê tirsêne bû tûşbûna bi Korona yê, lewma ya baş eve ku serbaz wegerne malên xwe.

Pêka zaniyariya û bi piştgirêdana bi kesên cihê bavirê di nava hêzên rejîmê, di çend Rojên derbasbûyî de, Sedan Serbaz di Padigan û binkên Serdbazî li Urmiyê rewîne û çone malên xwe.

Wan Serbazan gotiye ku rejîmê çi giringî nedaye tendirustiya wan û padigan an de çi îmkaneke xwe parastinê çinînin.