Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serdeşt/Derman nayên kirîn

16:36 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Nexweşên bajarê Serdeşta Kurdista Rojhilat bi giranbûnbûna dewa û dermanan re rû bi rû bûne. Ew bi neçarî pir caran bi kîsî xwe tên tedawî kirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, kêmbûna dewa û dermanan xelk tengezar kiriye, tevî wê qeyranê jî nexwşxaneyên bajarê Serdeştê, ew xwe ji dana dermanan û wergirtina nexwşan diparêzin.

Ew rewşa dilgiraniyek zêde ji bo hevwelatiyên kêm dahat û hejarê ên bajarê Serdeştê bi xasmanî xelkê akinciyên gundan durust kiriye.

Li gor gotina çavkaniyeke agadar, beşek ji akinciyên gudên bajarê Serdeştê nexweşxaneyên wî bajarî “ Bîmeya gundî” jî ji wan qebûl nakin û bi mecbûrî dermanan bi pereyên xwe distînin.

Di heyamê çend salan de bi sebeba dorpêçên aborî, welatê Îranê tûşî qeyrana aborî bûye ku yek ji wan kirîzan jî nebûna kelûpelên pizşîkî û dewa û derman tê destnîşankirin.

Beriya ambargoyên aborî bi ser îranê de bên sepandin, dermanê nexwşî yên “MS” 40 Hezar tûmenî dihat kirîn, lê piştî kirîz û dorpêçên aborî ew gihîşt 140 Hezar tûmenî. Mehane dermanên wê nexwşiyê yek milyon û 600 Hezar tûmen bi xwe digire.