Li doma şer û pevçên di parêzgeha Sîstan û Balûçistanê de, şerekî çekdarî di navbera kesên nenaskirî digel hêza “Mêrsad” a Spaha Pasdaran de qewimî û 2 pasdarên rejîmê hatine kuştin.
Ew şer di binkeya rûberûyê “Kûrîn Sercengel”a bajarê Zahidanê de qewimî û kesên nenaskirî teqe li maşîneke hêzên rejîma Îranê kirin ku di encam de xisarên canî bi hêzên rejîmê ket.
Heta niha ti aliyekê ew êrîşe nekêşaye stuyê xwe.
Di heyamên derbasbûyî de û piştî êrîşa hêzên rejîmê li ser kasibkarên Belûç, opozîsiyon û xelkê Belûç, çalakiyên xwe yên li dijî rejîma Îranê berfirehtir kirine.