Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê di navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê dijwartir bûye

11:46 - 17 Çirriya paşîn 2021

Şerê di navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê de li wan rojên derbasbûyî de dijwartir bûye û Ermenistanê ragihandiye ku di wî şerî de 15 leşkerên wî welatî hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Ermenistanê ragihandiye ku ertêşa Komara Axerbaycanê bi top û tangan, êrîşî li ser leşkerên wan kirine û herwisa Wezareta Berevaniya Komara Azerbaycanê jî ragihandiye ku bersiva teqeyên leşkerên Ermenistanê dane û ew operasiyon bi awayê serkevtî bi dawî anîne.

Herwisa Ermenistanê ragihandiye ku 15 leşkerên wan hatine kuştin û 12 leşkerên wan ji aliyê Atreşa komara Azerbaycanê ve bi dîl hatine girtin û 2 binkeyên xwe li sînor ji dest dane û kevtine destê leşkerên komara Azerbaycanê.

Pêka rapora nûçegihaniya “Interfox”ê berpirsên Ermenistanê daxwaz ji Rûsiyê kirine ku di çarçoveya girêbesta berevanî ya dinavbera wan du welatan de, alîkariyê bide Ermenistanê.

Herwisa nûçegihaniyên Almaniyayê ragihandine ku Serkomarê Rûsiyê “Vladimir Putin” û Serkomarê Ermenistanê “Nikol Pashinyan” pêwendiya telefonê hebûne û ji aliyê din ve jî Wezîrê Berevaniyê Rûsiyê “Sergey Shoygu” digel Wezêrê Berevaniyên Ermensiatn û komara Azernaycanê hevpeyvîn kiriye.

Şerê di navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê bi girtina devera Qerebaxê ji aliyê hêzên Komara Azerbaycanê ve dest pêkiribû û heta niha ew şer berdewam e.