
Kurdistanmeda: Êrişa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê berdewame û ji aliyeke dinê jî ew êrişa di gel berxwedaniya Şervanêt Kurd henber dibe.
Firokên şerkere Tirk ewa sere 4 rojane ku bi avayê berdewam, Gund û Bajarên Kurdistana Suriyê bombebaran dikin , ku bi vê sedemê heta niha dehan kes ji xelkê Sivîl Şehîd û birîndar bûne.
Bajarên Serekanî, Girê Sipî, û derdora Kobanê, bi Tundî têne bombebaran kirin û pêka ragihandina Saziyên navnetewî heta niha pitir ji 100 hezar xelê Rojava Mal û hale xwe berdane û penaber bûne.
Hervisa li Bajarê Qamişlo yê de bombek peqî ku bi vê sedemê dehan kes ji xelkê Sivîl şehîd û birîndar bûn.
Li Bajarê Hesekê jî pêqînek çêbû, Girupa Da`eş ê encamdana wan 2 peqînan kêşa ustiyê xwe.
Bi hegera bombebarana Rojavaya Kurdistanê, û derdora kempên girtiyên Da`eşê, dehan Da`eşiyan karîn ji derfetê mifahê wergirin û ji kempê birevin, ku ew nîgeraniya zêdetir dibe renge karê terorîstî û xwe teqandinê bikin.