
Kurdistanmeda: Êrişa wejayî û Esmaniye Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê li roja xwe ya 5ê de berdewame.
Êrişa hêzên Artêşa Tirkiyê bo ser Gund û Bajarên Rojava bi meqseda dagîr kirinê her berdewame ku li çendîn eniyan de, tewî berngariya hêzên Suriya demokratîk û Şervanên Kurd rubiru dibe û şerê girin û nevekhev çêdibin.
Gund û Bajarên Kurdistana Suriyê ji aliyê Firokên şerkere Tirkiyê we têne bombebaran kirin.
Pêka ragihandina Saziya Netewên Yêkbûyî, pitir ji 100 hezar xelkê Sivîl penaber bûne û mal û hale xwe berdane.
Mediayan li Rojava ragihandin ku şerê herî giran li nava Bajarê Serê kaniyê deye.
Tirkiye dibêje ku Bajarê Serê Kaniyê Girtine, lê hêzên Kurd û HSDê dibêjin ku kontirola bajar li dest wan deye û şerê giran û kolan bi kolan li taxa Sina`e ya bajar deye.
Bi hegera wî şerî û bombebarana Rojava, heta niha sedan kes bûne qurbanî ku mixabin piranî Sivîl û jin û zarokin.
Bi hegera bombebarana firokên Tirkiyê Hervîn Xelef Sikirtêra Partiya Pêşerojê hatiye Kuştin.
Hêzên Ereb û Girupên tundajoye girêdayî bi Tirkiyê, dest kirine bi dizî û talan û kuştina xelkê Sivîl.