Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê Sûriyê bû 9 sal e; 384 hezar qurbanî û 11 milyon aware

12:09 - 16 Adar 2020

Şer di welatê Sûriyê de bû bi 9 sal e û encama wê şerê 9 salan, 384 hezar qurbanî û 11 milyon aware bi dû xwe ve hebûye.

Saziya Çavdêrî a Mafê Mirov a Suriyê ragihand : “Piştî 9 salan şer di welatê Sûriyê de, kêmanî 384 hezar kes di wan şeran de canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 116 hezar ji wan kesan xelkê sivîl bûne.”

Herwisa di wê şerê 9 sale a welatê Sûriyê de, 11 milyon kes aware bûne ku ji bêpenahên di hundirê Sûriyê û penaberên derveyî Sûriyê de pêkhatiye.

Siyasetmedarê welatê Norwêj û Nûnerê Taybet yê Saziya Navnetewî, (Geir Pedersen) Giyêr Pêdêrsin, baskiriye ku şerê Sûriyê “Nîşan ji şikesta bi kom a diplomasiyê ye”.

Roja Yekşemî 25`ê Reşemê, Sindoqa Zarokan a Saziya a Navnetewî jî baskiriye ku, nêzî 5 milyon zarokên Sûriyê di wan 9 salan de li hundirê Sûriyê ji dayîk bûne, jidayîkbûna wan zarokan di rewşekê de ye ku di encama şer de ew rastî pirsgirêkên tenduristî û hînkariyê hatine.

Di wan 9 salan de, 5427 zarok bûne qurbanî, bi wî awayî her 10 demjimêran zarokek di Sûriyê de hatiye kuştin û heya niha 1639 zarok jî birîndar bûne.

Herwisa (UNICEF) baskiriye ku nêzî 5 heazar zarok ku hindek ji wan 7 salî bûne di wî şerî de wekî şerker hatine bikaranîn.