Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serêspêdeya roja Înê Îsraîlê carek din başûrê Sûriyê kire armanc

17:24 - 10 Hezîran 2022

Roja Înê 10`ê Hezîranê berpirsekî payebilind yê rejîma Sûriyê ragihandin ku, Îsraîlê serêspêdeyê başûrê Sûriyê bambebaran kiriye û di encamê de kesek birîndar bûye.

Nûçegihaniya SANA ya girêdayî rejîma Sûriyê ragihandiye, şeva Înê demjmêr 4:00 serêspêdeyê Îsraîlê bi mûşekan başûrê Sûriyê bombebaran kiriye.

Di heyama hefteya derbasbûyî de, ew duyemîn care ku Îsraîlê başûrê Sûriyê dike armanc.

 Hêjayê basê ye ku di vê heyamê de Îsraîlê êrîşên xwe yên bo ser başûrê Sûriyê zêde kirine.