Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildan û nerizayetî di Zîndanên Îran ê de berdewame

13:18 - 6 Nîsan 2020

Girtiyên nawa Girtîgeha Bajarê Abadan ê, destkirne nerizayetiyê û di gel tepeseriya hêzên rejîmê hember bûn.

Pêka nûçeya ku ji aliyê xebatkarên Erebên Ehwaz ê hatiye weşandin û pêka wan Vîdeoyên ku hatine belawkirin, Şewa Şemiyê 16 ê Xakelêwê, Hepsiyên Girtîgeha Bajarê Abadanê destkirne nerizayetiyê.

 Zîndaniyan agir berdane vê girtîgehê û Derî şikandin û cehd kirin ku xwe di Girtîgehê xelas bikin û birevin, lê hemberî hêzên tepeserkare rejîmê yên nobedarê Zîndanê bûn û kevtne ber desrêja Gullan.

Pêka zaniyariyan dehan kes ji Zîndaniyan bi wê hegerê hatine kuştin û birîndar kirin.

Ev kesê ku ev Vîdo ye kêşaye, dibêje pitir ji 20 kes ji Zîndaniyan hatine Kuştin û pitir ji 100 kesî jî birîndar bûne.

Zîndanî di hember qedera xwe û parastina tenduristiya xwe, da ku tûşî Korona yê nebin, daxwaza mirexesiyê dikin.

Berpirsên rejîmê daxwaza wan piştguh diawêjin, lewma ev jî dest dikne nerizayetiyê, her di wê derheqê de, di heyamê çend rojên derbasbûyî de, li dehan Zîndanêt Îranê de ji aliyê Zîndaniyan ve, nerizayetî çêbû û Sedan Zîndaniyan karîn birevin.