Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildan û şoreşa Belûçistanê herwisa berdewame

12:21 - 26 Şibat 2021

Di piraniya bajar û dewerên Belûçistanê de, serhildan û nerizayetiya bi dijî rejîmê berdewame û rejîm bi hemî avayekê cehda tepeserî û matkirina dengê nerizayetiya xelkê dide.

Piştî kuştin û birîndar kirina dehan xortên kasibkare belûç ji aliyê hêzên cinayetkare rejîmê ve, di destpêkê xelkê bajarê Serawanê nerizayetî dane xûya kirin û êrîş kirne ser demûdezgeh û îdarên rejîmê û bi tewawî kontirola bajar girtne dest xwe.

Hêzên rejîmê bi avayê herî hovane êrîş kire ser xelkê nerazî û şer û pevçunekî tund çêbû.

Xortên Belûç bona xwe parastina li hember tepeseriya hêzên rejîmê dest dane çekan û berewanî ji xwe kirin.

Rejîmê ji piraniya bajar û dewerên dinê ve hêza serbazî kêşandie ser belûçan.

Xelkê Zahidan û piraniya bajarên dinêî ye Belûçistanê bi armanca piştîvanî ji xelkê serhildaî yê Serawanê, bi dijî rejîmê serî hildan û gorî raporan naha piraniya bajarê zahidanê di bin kontirola xelkê daye.

Dehan îdare û nawendên leşkerî û pasigah kevtine dest xelkê şorişvane Belûç.

Gorî dawî zaniyariyan, bajarên Şîr Abad, Serawan, Zahdan, Rûdbar, Çabihar, Mîrcaw, Kerîm Abad, Deştyarî, Suran,  û gelek bajar û dewer di rewşekî pir aloz dane.

Xelkê Belûç di vê serhildanê de dest birine bo çeka berewaniyê.

Xelkê Belûç daxwazê ji xelkê seranserî Îranê dikin ku bona piştewaniya ji wn, dengê xwe bilind bikin.

Belûçistan niha di nava Agir û asin û xwînê deye û hewcehî bi piştîwaniya xelkê seranserî Îranê heye.