Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildana “Çilka Derûn”

19:42 - 21 Kanûna Paşîn 2021

Kerîm Perwîzî

Sîstemeke Koloniyalîstî wekî Komara Îslamî ku li ser binyata reşkirin û înkarkirina hemû rengên cuda hatiye avakirin, û bi êrîşên Spaha Pasdaran li ser cih û beşên cuda yên Îranê deshilata xwe sepandiye; ji hemû alavên req û nerim, bona cihgîrkirin û mana xwe mifahên xirab wergirtiye.

Kuştin, îşkence û îdam û ramalîna xelkê, taktîka herî berçav a Komara Îslamî û hêzên serkutker bûye, û bi berdewamî û di heyamê 4 dehikên derbasbûyî de, li dijî xelkê bi kar aniye. Ji wan girîngtir, hewla berdewamî ya wê rejîma Koloniyalîstî hey, tevî ku kiryarên wê Koloniyalîstî û faşîstî bûne, lê rûyeke din li xwe nîşan bide.

Bi wê wateyê ku Komara Îslamî yek ji wan rejîmane ye ku hewleke hovane bikiryar li ser şeqam û ber deriyê malên xelkê dikir û dike, lê ji aliyê deng û reng ve hewla perdepoşkirina wê daye.

Komara Îslamî xwestiye ku di rû de tiştekî din nîşanê civatgeha cîhanê bide, û rûmeta hikûmeta dad û dadperweriyê û alîgirê hejaran nîşan bide, ku wekî maskekê li ser rûyê xwe danîbin û bi wê wêneya saxte li hember hizra gîştî xwe bide nîşandan; lê di praktîk de a ku xwasta hundirê wê bûye bi dûr ji lênza kamêrayê encam daye.

Yek ji hezaran mînakên wiha ji kiryar û çalakiyên rejîmê, dosyeya navikiya wê ye, zêdetir ji 2 dehikan e ku civaka navnetewî bi rejîmê re dibêje, hewlên te bona bidestveanîna çeka navikî ye û rejîmê jî digel Ajansa Navnetewî civînê dike û dibêje, “wiha nîne”! Lê, her carê derevek din a wê bo civatgeha cîhanê eşkere dibe ku di parktîk de, pêngav bona berhemanîna çeka navikî hilgirtiye.

Ew taybetmendiyên Komara Îslamî bûne sedem ku xelkê Îranê û netewên li nav wê cografiyaya belalêketî bi berdewamî rastî êş û jan û zehmetiyan bên, û rejîm jî wekî hertimî înkara êş û jan û zehmetiyan ji aliyê wan ve dike, û tenê di mînakekê de rûyê wê yê rastî derket ku ev jî xistina xwarê ya balafira rêwîtiyê ya Ukraynê ji aliyê Spaha Pasdaran ve bû, û ev jî bo hemû cîhanê rohn bû û derket ku rejîma Îranê heta çi astekê çewtekar e.

Di wan rojên derbasbûyî de, li televîzyona Komara Îslamî, sivikatiyeke rohn û bêşermane bi nasnameya Kurd hate kirin û ew kiryara rejîmê rastî bertekên berfireh yên hemû tex û qatên Kurdan hat.

Komara Îslamî bi awayê sîstematîk, hewla jinavbirina netewa Kurd û netewên din dide û herwisa bi awayên curbicur bêrêziyê bi wan dike heta ku bi şikandin û sivikatîkirinan bikare hêsantir dest li ser wan danê û wan bike toz, eva rastiyeke rohn û eşkere ye ku, herçiqas rejîmê bi berdewamî ew înkar kiriye û dike, heta ku xwe ji reaksiyonên siyaseta xwe veqelizîne, lê bi nişkê ve tiştek jê derdikeve, û hemû bendikên vehûnandî yên wê dibin hirî.

Ew sîstema koloniyalîstî bi sivikatîkirin û kuştinan dixwaze netewên din ji nav bibe û di hundirê civaka navendnişîn de kerb û kîn li dijî netewên piştguhxistî perwede bike û tê dîtin ku di bûyereke wiha de pirzikeke nehez li ser rû û maska xemilandî de derdikeve, û ew bi tenê pirzik û xaleke asayî nîne, belkî tijîbûna wê sîstemê ji çilk û gemara gendeliya hundirî nîşan dide.