Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildana di nava Zîndanên Îranê berdewame

18:18 - 29 Adar 2020

Di heyamê derbasbûyî de û piştî belawbûna Vîrûsa korona yê di Îranê de û bi taybetî ku ev Vîrûs geheşte nawa Zîndanan jî, Hepsî û girtiyan di piraniya Zîndanên Îranê de dest dest kirine bi nerizayetiyê û serhildanê û girev girtine û agir berdidne girtîgehan û deriyan dişkênin.

Êwariya roja Şemiyê 9 ê Meha xakelêwê, Hepsiyên Hepsa elwend li Bajarê hemedanê, Agir berdane Girtîgehê ku heya Sibezûya Îro Yekşemiyê Agir her diteyîsî.

Piştî vê serhildan û nerizayetiya Zîndaniyan, Sipaha terorîste Pasdaran êrîş kirne ser Girtîgehê û girtî dand ber desrêja gullan û pêka zaniyariyan dehan kes ji girtiyên serhildayî hatine kuştin û birîndarkirin.

Heya dema amadekirina wê nûçeyê, Hêzên çekdare rejîmê dewra girtîgeha Hemedanê girtineş

Piştî belawbûna xebera serhildana girtiyan û kuşî û birîndar bûna hejmarek ji wan, malbatên girtiyan çone ber derê Girtîgehê û destkirine bi nerizayetiyê û wergirtina zaniyariyan li ser qedera kes û karên xwe ên girtî.

Hevdem di Girtîgehên çendîn Bajarê dinê ye Îran û Rojhilatê kurdistanê de jî, Hepsiyan serhildan kirin û nerizayetî dane kifşê, weke Girtîgehên: Mihabad, Seqiz, Tewrêz, Xuremabad û Elîguderz.

Di encamê de gelek Girtiyan karîne xwe li Girtîgehê xelas bikin û birevin.