Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildana xelkê Îraqê berdewam e

12:13 - 23 Kanûna Paşîn 2020

Xelkê serhildayî yên Îraqê ku eve nêzî 3 mehane li dijî desthilata wî welatî serî hildane û berdewam di xwenîşandanê de ne, xwenîşandan roj bi rojê zêdetir ber bi alozî û qurbanîdanê ve diçin û xwenîşander tekezî dikin ku heta bidestveanîna armancan dê berdewam bin li ser xwenîşandanan.

Şeva Çarşemî, xwenîşanderan di bajarê Besrê de êrîş kirine li ser binke û binaya Spaha Bedir ku tayeke ji Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê û agir berdanê.

Xwenîşanderên Îraqî sebebkarê hemû roreşî û malvêraniya di welatê xwe de, destêverdana rejîma Îranê di nav karûbarê Îraqê de dizanin.

Bajarê Bexda ya paytexta Îraqê di nav xwîn û agir de ye.

Xwenîşander gelek bê rehmane dikevne ber destrêja çekên milîsên girûpên girêdayê rejîma Îranê û têne tepeserkirin.

Li Bexdayê kontirola çendîn taxên bajar ketiye destê xelkê serhildayî û rê û pirên sereke girêdane.

Xwenîşanderên Îraqî, di piraniya parêzgeh û bajarên başûr û naverasta Îraqê de, li dijî gendelî, bêkarî, nebûna xizmetguzariyan û destêverdana Îran di Îraqê de, serî hildane û daxwazkarê goherîna sîstema birêveberiya welat in.