Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerî`etmedarî: Xwenîşanderê Îraqê doma DAÎŞê ye

11:58 - 30 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Husên Şerî`etmedarî, bê şermane bas dike ku xwenîşanderên Îraqê her doma DAÎŞê ye û dibe bên qirkirin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Înê, 8`ê Sermawezê, Husên Şerî`etmedarî got, “xwenîşanderên Îraqê her doma DAÎŞê ne, û dema ku wekî tekfîriyan neyên serkutkirin, ew yê Îraqa Îslamî, bidin destê hevalbendên hov û xwînmij ên Amerîka û Îsra`îl û hakimên girêdayê Erebistan û Îmarat ê.

Mudaxileya rejîma Îranê di karûbarê navxweyî yê welatê Îraqê de, di astekê de ye ku, êdî berpirsên rejîmê bi eşkere di ragihandinan de bas dikin, û fermana serkutkirina xelkê didin, her wekî di xwenîşandanên Îranê de ku çawa xelk serkut dikirin, dixwazin bibin bi sembola qirkirina xwenîşanderan û xelkê nerazî bi tekfîrî an jî dujminê Xwedê bidine zanîn.