Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkevtina Beykotê li Îranê de

12:21 - 22 Şibat 2020

Xelkê vêzarbûyî ye Îranê bi avayekî berfireh û yêkgirtiyane neyeke mezin gotne rejîma dijîgelî û bi neçon û beşdarî nekirina xwe di şanogeriya hilbijartina rejîmê de, serkevtin û şanaziyeke mezin box we tomar kirin.

Roja 2 yê Reşemê Xelkê Îranê beşdarî li hilbijartina meclisa rejîmê de nekirin, u binkên dengdanê betal bûn, tenê hinek kesên girêdayî bi rejîmê û yan ew pîr û kalên ku nave wan di Komîta Imdad deye, xûya dikirin.

Pêka hinek amarên nefermî û bi berçawgirtina çolbûna binkên dengdanê û zêrevaniya ji dûrweye çalakên siyasî û medenî, texmîn tête lêdanê ku kêmtir ji %25 xelk beşdar bûye.

Di Rojhilatê Kurdistanê de jî, Gelê Kurd bi baykota berfire û yêkgirtî neçone ser sindûqan û li piraniya Bajarê Rojhilatê Kurdistanê de, Sidûq bi betalî bi ser rejîma diktator ve, wegerandin.

Hemî xelkê Îranê bo rêzgirtin ji Şehîdên meha Xezelwerê, bona şermezarkirina cinayetên rejîmê, li kuştara xwenîşanderan, li xistina balafira Ukraynê, û bon a bersiv dan û nîşandana ewê ku wê rejîmê, çi rewayetiyek di nawa xelkê de nemaye, biryara baykota maşkaê dabûn.