Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkevtina Elî Tulabî, di fînala Esrê Cedîd de, bû cihê keyfxweşiya gelê Kurd

12:55 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2022

Elî Tulabî di kêberkiya bernameya sêyem a Esrê Cedîd de piştî derbaskirina çendîn qonaxan, karî pila yekemî a wê kêberkêyê bi dest ve bîne.

                                                              Elî Tulabî ciwanê 13 salî yê Kurd, xelkê Kohdeşta ser bi parêzgeha Loristanêye ku wekî stranbêj di bername û kêberkêya Esrê Cedîd de beşdarî kiribû, li çendîn qonaxên wê bernameyê de bi dengê xwe yê xweş û zelal ku stranên resen yên Kurdî distire, karî bigihîje qonaxa herî dawî û di fînalê de jî karî pileya yekem di nva hemî beşdarên Esrê Cedîd de, bi dest bixe.

Elî Tulabî di hemî qonaxan de hem karî hemî stêrên hakiman, hem piraniya piştewanî û dengê xelkê bike para xwe.

Bo qonaxa herî dawiyê û bi destveanîna pileya yekem, Elî Tulabî ji bilî wergirtina istêreya hemî hakiman, karî pitir ji 5 milyon û 600 hezar dengê xelkê jî bi dest ve bîne û bibe yekem.

Elî her di temenê 5 saliyê de dest kiriye bi gotina stranan, û berdewam ji aliyê malbatê ve, piştgiriya wî hatiye kirin.

Her li qonaxa destpêka beşdariya wî ciwanê Kurd di wê bernameyê de û şanazî kirina bi Kurdbûna xwe û bi strîna stranên resen yên Kurdî, berdewam ji aliyê gelê Kurd ve hate handan û piştewanîkirin, bi taybetî li heçî qonaxekê de ku Elî Tulabî serkevtin bi dest ve tîna, gelê Kurd li torên civakî de bi belavkirina deng û wêne û peyamên pîroz kirinê, piştewanî jê dikirin û şanazî bi serkevtina Elî dihate kirin.

Di merasima ragihandin û diyarî kirina kesê yekem, ku Elî Tulabî karî pileya yekemîn û wergirtina xelata “Tendîsa quriha zêrîn” bi dest ve bîne, dîsan bû cihê keyfxwşiya piştewanên wî û bi taybetî bû cihê keyfxweşiya hemî Kurdekê.

Ewa ku bi wî awayî bû sedem ku gelê Kurd piştewaniyê ji Elî bike û wê bernameyê bişopîne, tenê hest û şanaziya Elî tulabî bû bi Kurd bûn û çand û hunera kevnar ya Kurdî.

Em ji tevî pîrozbahiyê, serkevtinê bo wî ciwanê deng xweş û bi hest yê Kurd dikin.