Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomar û Serokê Parlemana Îraqê êrîşa Îranê şermezar kirin

11:08 - 9 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Serokatiya Komarî ya Îraqê û Serokê parlemana Îraqê, bi cuda, êrîşa mûşekiye Îranê bo nav axa Îraqê şermezar kirin.

Serkomarê Îraqê Dr. “Berhem Salih”, di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe derbarê rewşa niha ya deverê anî ziman û êrîşên Îranê bo ser pêgehên leşkerî li nav axa Îraqê de şermezar kir.

Serkomarê Îraqê daxwaz kir, ku Îraq bila nebe meydana şereke din herwisa tekezî li ser vê yekê jî kir, ku nabe Îraq bibe gef bo ser welatên cîran.

Herwisa Serokê Parlemana Îraqê jî, Mihemed Helbûsî jî, bi dana daxuyaniyekê, binpêkirina serweriya Îraqê ji aliyê Îranê ve şermezar kir.

Serokê parlemana Îraqê binpêkirina serweriya Îraqê ji aliyê Îranê ve şermezar kir û daxwaz kir, ku nabe Îran axa Îraqê bike meydana şerê xwe.

Serokê parlemana Îraqê Mihemed Helbûsî, di daxuyaniyekê de ragihand, binpêkirina serweriya welatê xwe ji aliyê Îranê ve şermezar dike û daxwaz dike, parêzgarî li serweriya Îraqê bê kirin û li nav bazna şer û arîşeyên aliyên dinê bê derxistin.

Serokê parlemana Îraqê ragihand jî, nabe Amerîka û Îran, Îraqê bikine meydanek, ji bo yekalîkirina pirsgirêkan.