Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Amerîka kirîna neft û gaza Rûsiyê bo welatê xwe qedexe kir

16:58 - 9 Adar 2022

Di berdewamiya dorpêçên li ser Rûsiyê li derheq êrîşa li ser Ukraynê, wê carê Serkomarê Amerîka “Joe Biden”, kirîna neft û gaza Rûsiyê bo Amerîkayê Qedexe kir.

Piştî ragihandina vê biryara “Joe Biden” nirxa her bermîlek neftê gihîşte bi 132 Dolarî.

Di Roja Sêşemî 8ê “March”ê de, “Joe Biden” li Koşka Sipî ragihand: “Amerîka rasterast li ser lawazkirina aboriya Rûsiyê dixebite”.

Herwisa navbirî ragihand: “Kirîna neft, gaz û vize ji Rûsiyê radigrin û êdî nefta Rûsiyê li qiraxavên Amerêkayê nayêne wergirtin û bi wê şêwazê, xelkê Amerîka derbek giran bi maşîna şerê Pûtîn didin”.

Herwisa Serkomarê Amerîkayê gotiye ku bi hevahengî digel çendîn kompaniyên din ên Amerîkayê ew biryar hatiye dan û rû bi xelkê Amerîkayê got ku bi sedema dorpêça nefta Rûsiyê, nirxa benzînê bilind dibe.

Herwisa “Joe Biden” ragihand: “Ew biryar bi agehdariya welatên din ên Ewropayê hatiye dan û divê em rabigehînin ku em xercê şerê Pûtîn li stuyê xwe nagirin”.