
Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîkayê Donald Tiramp ragihand: Hekî Îran bixwaze derbê ji berjwendiya Amerîkayê bide, emê êrîş bikine ser 52 binkeyên Îranê.
Serkomarê Amerîka Donald Tiramp gef ji Îranê xwar û got: “Ku hekî Îran bona tol hildana Qasim Silêmanî berjwendiya Amerîkayê bêxe metirsiyê û derbe lêbide, Amerîka dê êrîş bikete ser 52 navendên herî girîng ên Îranê.
Tiramp di peyamekê de ku li ser rûpela xwe a Twitterê weşandibû têde ragihandiye, ku ferman daye hêzên Amerîka ku hekî Îran şiltaxiyan bike û di cehda tol hildana Qasim Silêmanî de be, dê Amerîka 52 binkeyên girîng ên Îranê bike armancê xwe.
Serkomarê Amerîka di peyama xwe de nivîsiye, ku hekî Îran bixwaze xetayekê bike, û bi niyeta wekirina tola Silêmanî bi dijî berjwendiya me tiştekê bike, bi rastî karekî gelek nezanane dike.
Donald Tiramp bas ji wê hindê kir ku hejmara 52 wekî hêmayeke bona 52 Amerîkayî yên ku li dema destbiserdegirtina Balyozxana Amerîka li Tehranê ji aliyê rejîma Îranê ve diyarî kiriye.