Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Feransê: “Bernameya navikî ya Îranê gihîştiye asteke metirsîdar”

18:25 - 21 Çirriya paşîn 2020

Serkomarê Feransê ragihandiye ku bernameya navikî ya rejîma Îranê gihîştiye askete metirsîdar û girîngîdan bi rûniştinên digel Îranê derheq rola wê di deverê û mûşekên balistîk de, hewce ye.

“Emmanuel Macron” li 20ê Çirriya Paşîn, tekezî kiriye ku bernameya navikî ya rejîma Îranê gihîştiye asteke metirsîdar û şiyana çavdêrîkirin li ser bernameya navikî ya Îranê, niha digel dema ku girêbesta “Viyen”ê hebû, kêmtir bûye.

Li rapora nû ya “Ajansa Cîhanî ya Wizeya Navikî” ku di roja çarşemî, 18ê Çirriya Paşîn hatibû belavkirinê, rejîma Îranê karê têkirina gaza “Uranium hexafluoride”ê bi santrîfiyûjên nû yên li cora “AR2 M”ê ku di damezraveya Netenzê de danîne, despêkiriye.

Ew hewla nû ya rejîma Îranê, binpêkirina sozên “Bercam”ê têne hisêb ku balyoz û nûnerê rejîma Îranê li Ajansê de îtiraf bi wê yekê kiriye.

Nûçegihaniyên rejîmê bi xwe belavkirine ku balyoz û nûnerê rejîma Îranê li “Ajansa Wizeya Navikî” tekezî kiriye ku Îranê ku dest bi têkirina gaza ““Uranium hexafluoride”ê li 174 santrîfiyûjên “UF6” li 2 navendên wizeya navikî ya li Netenzê kirine.

 “Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navikî” daye eşkerekirinê ku rejîma Îranê yekim zincîreya Santrîfiyûjên pêşketî li damezraveya bin erd a Netenzê, danîne ku bi sedema girêbesta “Bercam”ê ve, bi tenê bona bikarhatina nisla yekim ya alavên “IR1”ê bi kar tên.