Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Îranê axavtinên vala derheq Gula Urmiyê de dike

10:09 - 24 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Serkomarê rejîma Îranê derheq zîndîkirina Gola Urmiyê  de, axavtinên vala û bê bingeh dike.

Hesen Rohanî serkomarê Îranê, di heyama serkomariya xwe de, derheq Gula Urmiyê de dibêje : Hekî dewleta yazdan û dazdan neba niha Gula Urmiyê nemabû, lê Rohanî di serdana xwe ya vê carê ya bo  parêzgeha Azerbaycana Rojava de,  heta di bajarê Urmiyê yekem civîn jî pêk neanî, belku rasterast çû bo bajarê Xoyê , ne Hesen Rohanî, ne jî tuyek ji wezîr û yan jî cihgêrê  wî, û heta berpirsê  giştî yê saziya Jîngehparêziyê jî , serdana Gula urmiyê  nekirin, daku bi çavên xwe vê karesata jîngehê bibînin.

Rohanî di vê serdana xwe de, çar civîn pêk anîn ku yekem civîn li bajarê Xoyê û yên din jî li bajarê Urmiyê de lidarxistin, û li hemû civînên xwe de wiha digot, “hekî Dewleta 11- 12`an neba  niha  Gola Urmiyê nemabû” ev axavtinên Rohanî di demekê de ne ku, di heyama 6 salên borî de , heta derheq mafê rijandina avê bo Gula Urmiyê jî pêşî jê hatiye girtin, û %40 ji dewlet hem bi kiryar û hem jî di piroseyên kêmkirina bi karanîna avê di warê çandiniyê de, û di rijadina avê bo Gola Urmiyê de, serkevtî nebûye.

Dewleta Rohanî di heyama 6 salên borî de, di nav 28 terhan bo zindîkirina Gula Urmiyê de tenê di yek piroseya veguhastina avê de serkevtîbûye û ev jî Bodca wê ji aliyê sinduqa “Tusi`êyê Milî”(Pêşkevtina neteweyî) de hatiye dan, lê rêçarê din tenê axavtin bûne, û daketina berdewam ya  asta  ava Gula Urmiyê  di heyama 6 salên borî de vê rastiyê jî, nîşan dide.

 Hêjayê basêye ku,  di heyamên ku asta ava Gula Urmiyê bi qasî dehan santîmetran dadikeve û panahiya avê piçûktir dibe, berpirsên rejîm û yên herêm, û medyayên girêdayî rejîmê tu nûçeyî di vê derbarê de belav nakin û naaxavin, lê,  dema  ku bi sedema barîna baran û berfê  bi qasî 1 yan 2 santîmetran asta ava Gula Urmiyê zêde dibe,  her ev mijara  di medyayên rejîmê de,  û ji aliyê berpirsên rejîmê ve dibe sernûçe û  rejîm vê yekê  bi  hewl û zehmeta dewletê bo zindîkirina vê Gulê dide zanîn.