
Serkomarê Îranê di gotineke xwe de ragihandiye, ku rewşa aboriya Îranê ji rewşa aboriya welatê Almaniyayê baştir e û bi awayekî henek bi hizra cîhanî dike û karesta mirovî ya di Îranê de berçav nagire.
Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî” ragihand: “Krîza Koronayê derbên giran bi aboriya Almaniyayê xistine, lê aboriya me rewşek baştir dê hebe. Gotineke wiha ji aliyê Serkomarê welatek ku aboriya wî welatî di dijwartirîn rewşa îflaskirinê de ye, bûye cihê tan û henekan di cîhanê de.
Gotina Serkomarê Îranê di demekê de ye ku bi nav nûnera meclîsa rejîma Îranê ya bajarê Seqizê, “Şîwa Qasimpûr” ragihaniye: “Ti rêyek bona jiyaneke bi rûmet nemaye” û herwisa gotiye: “hekî rewş wiha be, di çend mehên bêde, nanê hişk jî wekî goşt û hêk êdî nayê ser sifreya xelkê”.
Li hember hevdanîna aboriya iflaskirî ya rejîma Îranê digel welatekî ku xwediyê bihêztirîn û mezintirîn aboriya Ewropayê ye, karekî berbiaqil nîne, hinardekirina Almaniya bi tenê di meha “May” 2020an de 80 milyard EURO bû ku, zêdetir ji 2 beranberê hinardekirina rejîma Îranê ya sala 1398an e.
Enflasiyon, daketina dijwar a dahat, îflasa aborî, şikesta siyasî û ji destdana rewatiya rejîmê û bi 100an pirsgirêkên micid yên civakî, jîngehî û jinavçûna binyatên çandî yên hizrî bi tenê beşek ji wan pirsgirêkan in ku rejîma Îranê tûş bûye.