Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” ku dosyeyeke reş di kuştin û binçavkierina bi 10an hezar kesî de heye ji tirsê binçavkirinê di civîna serokan a guherbariyên kêş û hewa li Skatlendê beşdar nabe.
Roja Duşemî 11ê Çiriya Pêşîn, Berdevkê Wezareta Derve yê rejîma Îranê, “Seîd Xetîbzade” di kombûneke rojnamevaniyê de got: “Serkomar beşdarê kombûna guherbariyên kêş û hewa ya serokên welatan li Skotlendê nabe”, û hewisa daye zanîn ku heyeteke Îranê di wê kombûnê de beşdariyê bike.
Biryar e, 26emîn civîna guherbariyên deverî ya Saziya Netewê Yekgirtî bi beşdariya serokên welatan li bajarê “Gilasko” ya Skatlendê bi rê ve here û divê Serkomarê rejîma Îranê jî beşdarê wê civînê biba lê bi sedema rola “Îbragîm Reîsî” li kuştin, girtin û îdamkirina zêdetir ji 30 hezar kesên siyasî di Îranê de û ji tirsê rengehiya binçavkirinê, beşdarê wê civîna serokên welatan nabe.
Heyamek berî niha çûna Îbrahîm Reîsî bo welatê Amerîkayê hilveşiyabû, tevî ku berpirsên rejîma Îranê gotibûn ku bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê ew serdan hilveşiyaye lê, Serkomarê Îranê li tirsê rengehiya binçavkirinê ji aliyê dadgehên dadweriyê ve beşdarê piraniya kombûn û civînên serokên welatan nabe ku ew bi xwe rûreşiyeke din bo rejîma Îranê ye ku Serkomarê wê rejîmê kesekî wiha neşiyaw e.