Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Rûsiyê amade nebû ku Serokê Meclîsa rejîma Îranê bibîne

11:51 - 7 Şibat 2021

Serokê Meclîsa rejîma Îranê, “Mihemedbaqir Qalîbaf” ku bona hevdîtin digel Serkomarê Rûsiyê, “Vîladêmîr Pûtîn” û dana nameya fermî ya rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” bo “Mosko”yê çûbû, rastî guhnedan û amadenebûna “Pûtîn” hat.

Ragihandinên rejîma Îranê ku çendîn roj silogan bona girîngiya çûna “Qalîbaf” bo Rûsiyê didan, rastî şokekê hatin ku, “Vîladêmîr Pûtin” amade nebûye digel wî berpirsê rejîma Îranê hevdîtinê pêk bîne; Herwisa “Mihemedbaqir Qalîbaf” ku hilgirê nameya fermî ya rêberê rejîma Îranê “Elî xamineyî” bûye, rastî guhnedan û girîngînedana Serkomarê Rûsiyê bi nameya “Elî Xamineyî” hatiye.

Ew sivîkatîkirin bi rejîma Îranê di halekê de ye ku rejîma Îranê, Rûsiyê bi navê hevalbendê xwe dide nasandin û di ragihandinên xwe de banghêjiyê bo heypeymanî û hevalbendiya Îran û Rûsiyê dike.

Herwisa guhnedana “Pûtîn” bi Serokê Meclîsa rejîma Îranê û nameya fermî ya rêberê rejîmê, bertekên zêde li torên civakî, li pey xwe ve aniye.

Heyamekî berî niha, Wezîrê Dervê yê rejîma Îranê, “Mihemedcewad Zerîf” jî rastî qedereke wekî “Qalîbaf” hat û Serkomarê Rûsiyê amade nebibû digel wî hevdîtinê pêk bîne û “Zerîf” bi neçarî bi rêya telefonê ve karîbû digel “Pûtîn” biaxive.

Rejîma Îranê bona cîbicîkirina siyasetên xwe, her core sivikatîkirin û guhnedanekê bi xwe re asayî dibîne û bona wan rûreşiyên xwe hêcetan tîne û siloganan bona xeletandina xelkê Îranê dide.