Serokomarê Ukraynê “Volodymyr Zelinsky” ragihand: “Çiraya kesk a NATOyê bo Rûsiyê, bûye sedem ku bajarên Ukraynê zêdetir bêne bombebarankirin”.
Serkomarê “Ukrayn”ê“Volodymyr Zelinsky” dijayetîkirina “NATO”yê li derheq qedexekirina firîn a balafiran li esmanê Ukraynê, bi tundî şermizarkir û ragihand ku eger em şikestê bixwin dê Ewropa jî rastî şikestê bibe.
“Volodymyr Zelinsky” di konfiransekê Rojnamevanî de ku bi awayekî onlîn li bajarê “Kiyêf”ê hatibû lidar xistin li ser berxwdan û parastina “Ukrayn”ê tekezî kir û ragihan ku divê cîhan jî li ser “Ukrayn”ê yekgirtîbe.
Herwisa ragihand: “Di Ukraynê de tev bajar, kilîsa û xelkê sivîl têne bombebarankirin û xelk têne kuştin û bo pêşîgirtin li kuştina xelkê, divê firîn li ser esmanê wî welatî bê qedexekirin”.
Natoyê ragihandiye ku naxwaze şerê Ukraynê derzî nav welatên din ên Ewropayê bike û Serokê Giştî yê NATOyê “Jens Stoltenberg” gotiye: “Em beşek ji wî şerî nînin, em li derheq hevpeymanên xwe berpirsiyar in ku ew şer bo derveyî Ukraynê dernekeve”.
“Volodymyr Zelinsky” berê ragihandibû: “Me ti tîştek bo jidestdanê tinîne bilî azadiyê”.