Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkuta kêmîneyên Olî di Îranê de berdewam e

12:40 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2020

Hinek ji hevwelatiyên Kirîstiyan di Îranê de hatine binçavkirn û qedera wan nerohn e.

Di roja Çarşemî ya heftiya derbasbûyî de, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê bi erîşkirin li ser malên hinek ji hevwelatiyên Kirîstiyan di bajarên “Tehran, Kerec û Melayir”ê de, 12 kes binçavkirine ku hêj qedera wan nerohn e.

Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê di taxa “Yaft Abad” a bajarê Kerecê û di bajarê Tehranê de piştî vekolîna malên 9 Kirîstiyanên ku ji nû de bûne Kirîstiyan, ew binçavkirin.

Herwisa hevdem di bajarê Melayirê de 3 Kirîstiyan hatine binçavkirin ku di nû de bûne Kirîstiyan.

Pêka raporan, hêzên ewlehî yên rejîmê di roja Sêşemî ya heftiya derbasbûyî de, erîşî ser kombûneke Olî ya rêrevên Kirîstiyan di taxa “Yaft Abad” a bajarê Tehranê de kiribûn ku zêdetir ji 30 kesî di wê kombûna Olî de pişkdarî kiribûn û hejmareke pirtûkên wan ên Olî û telefonên wan kirîstiyanan zevt kiribûn û hindek ji wan jî kutabûn.

Kêmîneyên Olî di Îranê de tim di bin givaşên rejîma Îranê de ne û rêrevên Behayî û Kirîstiyan tim rastî gef û hepsê hatine.