
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê serbarê vê ku hemû saman û dahata xelkê Îranê ji bo mana rejîma “Beşar Esed” xerc dike, di desrên zarokên Sûriyê de, bas ji xirabiya Îraniyan tê kirin.
Lêkolerekî Îsra`îlê di raporeke têrûtejî de, bas ji naverok û deqa pirtûkên wan xwendingehan kiriye ku li jêr desthilata Beşar Esed de ne kiriye.
Encama lêkolîna “An.G.U” a Îsraîlî ji aliyekê ve, û lêkolîna sazî û navendên din, û herwisa rojnameya “Ha`atîs” di raporeke xwe de bas ji vê dike ku, nîqaşkirina li ser bernameyên fêrkarî ya xwendingehên Sûriyê, xuya dike ku piştî şerê Sûriyê kîjan hevpêymanê “Beşar Esed” wê digel Beşar Esed bimîne.
Di vê lêkolînê de bas ji vê hatiye kirin ku, li gorî dersên dersxwanên Sûriyê, tê xuyakirin ku piştî bidawîhatina şer li Sûriyê, pêwendiyên wî welatî wê digel Rûsiyayê wê dom bikin, lê hevpêymaniya vî welatî digel rejîma Îranê lerzok dibe.
Li gorî van lêkolînan, naveroka dersên xwendingehên vê parça Sûriyê ku li jêr desthilata “Beşar Esed” de ne, tijî ji mehhtkirina Rûsiyê ne, lê bi çaveke sivik bas ji Îranê dikin.
Rejîma Îranê ku ji devê xelkê Îranê werdigre, heta ku desthilata “Beşar esed” pê biparêze, û ji riya mana vê rejîma serkutkar bîra zêdexwaziya xwe di deverê de berfireh dike, û bi vî rengî bersiva pîlanên wê tê dan, evane hemû bas ji vê dikin ku rejîma Îranê ser lêwa Kendal e, û li bereberê mirinê her xwe hildikute (dest û piya lê dide).