
Rejîma Îranê di gel seokê Ajansa navnetewiye vizeya navokî lihevkirin ku îznê dide bazres û zêrevanên ajansê daku serdana binkeyên Navokiye Îranê bike.
Rafaêl Grosy serokê Ajansa navnetewî a enerjiya etomî, serdana tehranê kir û digel deshilatdarên rejîma Îranê pêkhatin ku bazresên Ajansê bikarin serdana 2 binkeyên etomiye rejîmê bikin
Roja çarşemiyê 26ê Tebaxa 2020 an, rejîma Îranê û Ajansê bi eşkere kirina wê lihevkirnê, ragihandin ku Serokê Ajansê di serdana xwe de bo tehranê di gel deshilatdarên Îranê pêkhatin ku Îran alîkariya bazresaên Ajansê bike da ku bikarin serdana 2 ji binkeyên Navokî yên Îranê bikin.
Rejîma Îranê ku bi hegera bernama etomiye xwe bi êk carî aburiya Îranê herifandiye, rejîm ku heya niha amade nebû alîkariya ajansê û girûpa bercamê bike, niha weke şikest û paşvekêşî û vexwarina cama jahiyê, ji tirsê sernixuniya xwe serşorane teslîm bû.
Ji aliyekî dinê jî rejîm bi dubidestve anîna derfet û dema zêdetir deye ku bigîje armanca xwe, weke gotina xamineyî ewajî dikare nermişa qehremanane be û bo heyamekê jî bi wî awayî kum bidne ser cîhanê.
Bi taybetî hemî carê ku rejîma Îranê dikeve jêr givaşê, kariye bi direvan û sozên ku qet ti caran cîbicî naket, kum bide serê welatên berjevendîxwaze ewrûpa, wê carêjî rengê hindê dide ewrûpa û ajans bi dû kumê babirî digerin û dixwazin rejîma li ser lêva kendalê sernixûniyê, ji merg xelas bikin.